Weiter zum Inhalt

Dêubav u temenmezinên din: Şêwr u alîkarî di demên xeterî bo zarokan

Li vir hun dikanin fêr bin, gelo dema zarok di xeterîyêde b in, hun dê kanibin çi bikin yan jî hun wek dêubav pêwistîya we bo piştgirîyê hebe.

Ez dikanim serî li kê bidim, dema ko ez bibînim. Pewistîya yarokekî bi alîkarîyê heye?
Parêzgarîya zarokan bo me hemuyan girînge. Lêmêzekirin u çalakbun girînge. Gelo şikên we heye yan jî we dîtiye, ko zarok an xort muhtemelen tên paşguhxistin yan tundutujîyê dibînin?

Heke hun nikanibin tenê bersivekê bibînin, hun wek dêubavgelo dikanin li ku piştgirî bibînin?
Hun ducanin u nizanin, gelo hîn çi lê pêşîya we heye? Hun di wê hestêdene, ku jîyana rojane ya malbatî yan mijarên perwerdehîyê bo we barên giranin?

Wê demê biçin beledîya xwe yan jî birêvebirîya gerreka xwe!
Li wêderê dê seranser alîkarîya we were kirin yan jî hun dê bo cihên şêwirmedîyê yan fermagehan werin şandin. Ev alîkarî, di demên bê pereye/belaşe u bo hemuyan cihê sirrîye. Ev bo zarok u xortan jî, yên ji ber hebuna pirsgirêkan an jî rewşên awerte/acîlde, bê dêubav werin, her wisaye.

Heke zarok an xort di xeterîya berdest bin, u kesek li beledîyê bi destên we nekeve, hun dikanin telefunî polês jî bikin. Jimara gazîya acîl 110 her dem, bi telefona destan jî, belaşe.

Pêşkêşîya şêwirmendîyê taybetî bo keçan u jinan, yên tundutujî/şîdet jîyane, yan hîn jî tundutujî dibînin. Mirov, xizm u heval jî dikanin serî serî li telefuna alîkarîyê bidin. Karmendên perwerdekirî dên şêwrê bidin u alîkarîya herêmî pêda bikin an navberî bikin. Şêwirmendî belaşe, bênasnamê nîşankirine u bi gelek zimanan derîmkane.

Telefun 116 016
Ev xeta sore u hemu roj bîstuçar seetan vekirîye/
www.hilfetelefon.de
Ev rupela bi zanyarî bo telefuna alîkarî pirrzimane.


Dema ku mirov tehdîdek awarte biceribînin, mînakî bi şer an revê, ev dikare bibe sedema birînên derûnî. Ji ber vê yekê ji bo zarok û ciwanên penaber (û dêûbavên wan) pêşniyarên alîkariyê yên taybetî hene.

Tor bo penaberên bi trawma ketine li Niedersachsen
Ev tor şêwirmedêîyê pêşkêş dike u di gelek zimanande alîkarî dide, bo zarok u xortan seetên hevpeyvînên taybet hene: www.ntfn.de

Rêbernameya serhêl ji bo dêûbavan
www.elternratgeber-fluechtlinge.de
www.parent-refugees.de
Malpera dêûbavên penaber agahdarî dihewîne ka zarokên trawmatîk li gorî temenê xwe çawa tevdigerin û destnîşan dike ku dêûbav çawa dikarin bersivê rast bidin. Ew bi çend zimanan hatiye wergerandin (mixabin ne bi kurmancî).

Agahdariya tenduristiya derûnî
Du fîlimên kurt (teqrîben 2 xulek/deqqe) bi zanyarîyên li ser tenduristîya derunî (ruhî) yên zarokan u xortan. Fîlim evê jî nîşan didin, gelo hun dê kanibin serî li kê bidin, heke pewistîya zarokên we bo alîkarîyê hebe.

Fîlm li www.achtung-kinderseele.org/filme u www.youtube.com (bi almanî, îngilîzî, erebî, farisî û ukraynî, mixabin ne bi kurmancî) hene.



Zarokno u Xortno

Tu nexweşe, tu ditirse an tu xemgîne? Mafekî te bo parastinê u piştgirîyê heye! Li vir tu dê fêr bibe, gelo tu kane çi bike.
Tu/Hun dikanî/n bo xwe alîkarî bigre/in!