Weiter zum Inhalt

Zarokno u Xortno: Tu/Hun dikanî/n bo xwe alîkarî bigre/in!

Tu nexweşe, tu ditirse an tu xemgîne? Mafekî te bo parastinê u piştgirîyê heye! Li vir tu dê fêr bibe, gelo tu kane çi bike.

Tu li malê tundutujîyê/şîddetê, şerr u hêrs dibîne? Tu dihêtî êşandin? Li dibistanê kesên din neheqî li te dikin? Dêubavê te guh nadcin te? Kesekî, nexwestibe jî, dest avêjtîye te? Heke tiştekî wisa hat serê te yan jî te dît, acxaftin an agadarkirina kesekî bawer pê tê dê baş be. Ji bio te li ser axaftin hatibe qedexekirin jî, tu dikanî herdem bo xwe alîkarî bîne. Mafekî te bo parastinê u piştgirîyê heye!

Hewl bide bo axaftinê bi kesekî bawerîya te pê tê.

Ya jî bi telefunê yan bi online bo xwe alîkarî u piştgirî bigre,
wek mînak li ser rupela JugendNotmail:
jugendnotmail.de
Li wêderê pispor bîstuçar seetan şêwrên girjîyê (Qrîz) didin bi Almanî, Înglîzî, Rusî, Slowakî?Çekî, Polinî. Ev belaşe u cihê bawerdarîyêye u tu ne mecburî navê xwe bêjî.

Tu dikane jî biçe beledîya cihê ku tu lê dijî.
Li wêderê dê şêwra te were kirin u tu dê fêr bibî, gelo tu dê li ku kanibe alîkarî werbigrî. Ev alîkarî jî belaşe u bawerdare bo hemu kesan, ango bo zarokan u xortan jî, yên bêyî dêubav werin u heke pirsgirêkên wan hebin u di rewşek awartede bin.